19 ئازار 2026
Şaredariya Rezan, endamên Koma Agirê Jiyan ku ji bo di 21ê Adarê de di pîrozbahiya Newroza Amedê de konserê bidin hatine bajêr li şaredariyê kirin mêvan.
18 ئازار 2026
Dikana Alîkarî û Hevgirtinê ya Civakî ya Gunişigi, ku di bin rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Rezanê de ye, wekî pireke hevgirtinê berdewam dike. Di meha Remezanê de, dikanê piştgirî da 1193 welatiyan, ku 832 ji wan zarok û 361 malbat bûn. Hevşaredar Leyla Ayaz û Siraç Çelik li dikanê bi malbatan re cejn pîroz kirin û diyariyan belav kirin.
17 ئازار 2026
Tîmên Gerinendetiya Fenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber rêjnebarana li bajarê me li gundan çê bûne li qadê xebata xwe didomînin.
10 werzişvanên ku beşdarî kursan bûn, ji pêvajoya hilbijartinê derbas bûn û lîsans wergirtin
13 ئازار 2026
Gerînendetîya Karên Fenî li hember xerabûnên ku di rêyan de çê bûne xebatên selihandinê didomîne. Tîmên me, çal û deformasyonên ku di asfaltê de çê bûne tespît dikin û mudaxile dikin.
10 ئازار 2026
Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelik ji bo baştirkirina kalîteya xizmetê li navçeya me, ji bo hilberandina xizmetek bikêrtir, bibandortir û zûtir, û ji bo nirxandinên hevbeş ên li ser xebatê, bi hemu xebatkaren re de civiyan
08 ئازار 2026
Hevşaredara Şaredariya Rezane Leyla Ayaz, beşdarî mîtînga 8ê Adarê bû ku bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihonin" hate lidarxistin.
06 ئازار 2026
Civîna Meşa Şaredariya Rezanê di bin serokatiya Hevşaredar Leyla Ayaz û endamên meclîsa jin de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate lidarxistin. Hevşaredar Ayaz, peyamek ji bo 8ê Adarê da û got, "Têkoşîna jinan mîna pêlek li seranserê cîhanê belav dibe. Em jin di her qada jiyanê de ne û em ê berdewam bikin. 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz be."
Di dema kontrolên li Taxa Yunus Emre de, tonêk loqim ji kargehek bêdestûr hat desteserkirin û îmhakirin.
Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, xebatkarên jin ziyaret kirin û 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.