Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa Şex Şamîl xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.
Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa Şex Şamîlê xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.
Bi beşdariya endamên me yên Meclisê û hevalên me yên xebatê, Hevserokên Navçeya Rezanê ya Partiya DEMê me xebateke berfireh a berhevkirina çopê û paqijiyê kir. Em bi esnaf û dikandaran re hatin cem hev û me banga paqijhiştina bajarê me kir.
Ji bo Rezaneke paqij, bi ewle û bi tendurist, em ê heta 21ê Tebaxê her roj li cihekî din a navçeya xwe bi gelê xwe re û bi feraseta keda kolektîf û hevgirtinê em ê xebatên xwe yên paqijiyê berfireh û berdewam bikin.