TR | KU
A- A+

Sazûmanî

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya bi hejmara 93/5130 a 21'ê Kanûna 1993'an de hat kirin, li gel şaredariyên pileya yekem ên Sûr û Yenîşehîrê, Şaredariya Baglarê ya Amedê hat avakirin.
Destpêkê qada xizmetê ya Şaredariya Bağlarê 7 tax (Alipınar, Fatih, Kaynartepe, Körhat, Muradiye, Yeniköy, 5 Nisan) dihewand.
Piştre ji ber koçberiya dijwar taxên Bagcilar, Yunus Emre, Şeyh Şamil, Selahattîn Eyûbî û Mewlana Halît hatin avakirin. Bi Zagona jimare 5216 a di 10'ê Tîrmeha 2004'an de hat qebûlkirin, 21 gundên (Agaçgeçit, Batıçanakçi, Çîçekliyurt, Çiftlik, Develi, Gommetaş, Kabahıdır, Kolludere, Kortepe, Ozdemir, Sarıdaşilı, Topıçanakçı, Çîçekliyurt, Çiftlik, Develi, Gömmetaş, Kabahıdır, Kolludere, Körtepe, Ozdemir, Sarıdaşilı, Topıçanakçı. Uzunbahçe, Buçuktepe, Pinaroglu, Yukarı Mollalı, Tavşantepe, Batıkarakoç) û 24 gundikên girêdayê van gundan statuya taxê hat dayîn û ketina Şaredariya Baglarê.
Bi vî awayî Şaredariya Bağlarê bû şaredariya ku xizmeta 33 taxan dike.
Di Adara 2008'an de Bağlar statuya navçeyê wergirt û wekî şaredariya navçeyê hat îlankirin.
Li gor serjimariya sala 2009an nifûsa Bağlarê 334.954 kes bû. Daneyên din ên îdarî yên Bağlarê wiha ne:
Rûbera Giştî (berî 2004): 7,100 Hektar
Rûbera Giştî (tevî gundên ku di 2004an de hatine girêdan): 34,300 Hektar
Rûberên Pêşkeftî: 2,925 Hektar (ji bilî gundên ku hatine girêdan)
Rûbera Kesk li gorî Serê Kesî: 0.7 metreçargoşe