TR | KU
Hevşaredarê Şaredariya Rezan
Leyla Ayaz

Leyla AYAZ di sala 1980an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Piştî qedandina dibistana seretayî, navîn û amadeyî, ji Beşa Rêveberîyên Cihkî ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê mezûn bû.

AYAZa ku salên dirêj e di siyasetê de cih digre di xebatên jinan de roleke çalak girtiye. AYAZê di nav rêxistinên civaka sivîl ên li dijî tundîya li ser jinan de xebat meşandine û bi awayekî çalak di gelek komeleyên bi hişmendiya civakî û platformên ku berpirsiyariya civakî girtine ser xwe de cih girtiye.
AYAZê di sala 2010an de wekî Hevseroktîya Komeleya Çand, Hevkarî û Piştgiriya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) meşand, di sala 2016an de di rêveberîya Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih girtîye.
AYAZ di dirêjahîya xebatên xwe yên siyasî de bi gel re di têkiliyê de bû û bi awayekî fedakar beşdarî hemû çalakiyan bû, di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Şaredariya Rezan bû namzeta namzetîyê. 
AYAZê namzetiya xwe ji Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gel (Partiya DEM'ê) re ragihand, ji pêşhilbijartinan bi serkeftî derket û mafê namzetîya hevşaredarîya Rezan bi dest xistye.

AYAZ bi pejirandina gelî di hilbijartinên cihkî yên 31ê Adara 2024an de bi %71.83ê dengan wekî Hevşaredara Rezan hatiye hilbijartin.

Hevşaredarê Şaredariya Rezan
Siraç Çelik

Siraç ÇELÎK, di sala 1963an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bûye. Çelîkê ku dibistana seretayî, navîn û amadeyî li vir qedand ji beşa dibistana Bilind Nexşe Kadastro û Rêveberiya Ofîsê mezûn bûye. Zewicandî û sê zarokên wî hene.
ÇELÎKî, di sala 1988an de wekî karmend li Gerînendetîya Kadastro Tapoyê dest bi kar kiriye û  di navbera salên 1990 û 1995an de, di nav TUM TAK SEN'ê de dest bi fealîyetên sendîkayî kiriye. 
ÇELÎKê ku di sala 1995an de, bi damezrandina Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), di bin banê Sendîkaya Karmendên Enerjî Avanî -Rêyan (Enerji Yapı-Yol Sen) de xebatên xwe yên sendîkayî domandin, di sala 1995an de, peywira Nûnertîya Bajarê Rihayê yê Sendîkaya Enerjî Avanî-Rê girtîye ser xwe.
              
             ÇELÎKî di navbera salên 2011 û 2017an de du heyam Sekreterîya Şaxa Sendîkaya Avanî-Rêyan ya Amedê (Yapı Yol-Sen) jî kiriye û di navbera salên 2017 - 2023an de du heyam wekî Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Avanî-Rêyan xebitî.
Ji bilî çalakiyên xwe yên sendîkayî, ÇELÎK beşdarî gelek xebatên ji bo bajêr bûye û di wê pêvajoyê de kedê dahiye. Wî di nav endamtîya damezrîner ê Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Hevgirtin û Parastina Bajarê Amedê de cih girtîye.
Beriya hilbijartinên şaredarîyê yên 31ê Adara 2024an, ÇELÎKî namzetbûna xwe namzetîya ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) ragihand. Piştî vê daxuyaniyê, ew ji karê xwe yê karmendîya Kadastro Tapoyê îstifa kir û bi dengdana gel, ji pêşhilbijartinan bi serkeftî derket û bû namzetê Hevşaredarîtîya Rezan. Di hilbijartinên cihkî yên 31ê Adara 2024an de wekî Hevşaredarê Rezan hate hilbijartin.