TR | KU

Peyama Serok

Peyama Hevşaredaran

Gelê Rezan ên Hêja,

Em bi mîrateya demokrasî, kevneşop û  rêgezên partiya xwe îro navçeya xwe bi hev re birêve dibin, biryaran digirin û bi hev re dixin meriyetê. Di vê rêya ku em bi feraseta şaredarîtiyeke ku di ronahiya paradîgmaya azadîxwazîya jinan, ekolojîk û demokratîk de bi şefafî, beşdarî, wekhevîparêzî û civakparêzî rêzê li mafê jiyana hemû zindiyan digire de ketine pê em biryar in ku hemû hedefên xwe têxin meriyetê.  

Em dê xizmetên xwe bigihînin her derê navçeya xwe û em dê li hember xizanî û tundiya li ser jin û zarokan bi hev re têbikoşin û projeyên xwe têxin meriyetê. Em dê ji bo jinan kursên bidestxistina pîşeyê û qadên civakî pêk bînin û ji bo hevgirtinê mezin bikin em dê bi hev re gavan bavêjin. Em dê bi perwerde û semîneran xebeta xwe xurt bikin. Em dê li hember polîtîkayên ku dixwazin jinan di malê de pê bigrin bi hev re têbikoşin û şaredariyeke ku jin tê de xwediyê gotin, raye û biryardanê ne têxin meriyetê.  

Em dê xebatên xwe bi feraseta xwe ya"şaredarîtîya pirzimanî" bimeşînin û zimanê xwe yê dayikê, dîroka xwe û çanda xwe ya kevnar bi hev re bidin jiyandin û berbelav bikin. 

 Dema gel bi awayekî azad çanda xwe dijîn ji bo me pêşîniyeke bingehîn e. Em dê ji bo huner, wêje û nirxên çandî li her taxê têkevin meriyetê bixebitin, bi mekanên çandî û wêjeyî sînordar nemînin û di her qadê de bi hev re parve bikin.

Em dê xebatên ku zarok bi ewlehî dema xwe biborînin, piştgiriyê bidin pêşketina wan a zihnî, psîkolojîkî, fizîkî û bîrbirî têxin meriyetê.

Em dê ji bo ciwan bi ewlehî gavan bavêjin pêşerojê qadan berfireh bikin, deverên ku bikaribin tê de demeke bitendurist û berhemdar derbas bikin pêk bînin, li hember tiryakê ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên navçeya me ye xebatên xwe zêde bikin û têkoşînê mezin bikin.

Li gorî feraseta xwe ya ku beşdariyê bingeh digre em dê bi hev re biryar bidin ka em budceya xwe bi çi awayî sûdewertir bikebitînin. Em dê bi gotina "Bajarê te, budceya te, biryara te," biryara projeyên xwe bi hev re bidin û bi hev re têxin meriyetê. Em dê taxên xwe bi hev re ava bikin. 
Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên navçeya me jî, meseleya avabûn û avadaniyê ye ku piştî erdheja 6ê Sibatê hîn kûrtir bûye. Em avadaniyê tenê wekî xebateke endezyariyê nabînin. Bi berçavgirtina dîrok û civaknasiya navçeya xwe û ji bergeha jinan, em armanc dikin ku bi çareserkirina xwedîbûn û starbûnê, bu hev re Rezaneke nû ava bikin.
Em bi biryar in ku pêdivî û daxwazên hemwelatiyên astengdar ên di avaniya mîmarî û qadên gelemperî û sosyalî ya bajaran de li ber çavan bigirin û xebatên li gorî wê pêk bînin. 
 
Ji bo Rezaneke paqijtir, ji bo veguhastina biewletir, ji bo qadên sosyalî yên ku her hemwelatiyek xwe biewle û rehet hîs bike, ji bo gihîştina xurekên saxlem, ji bo Rezaneke hêşîntir em dê xizmetên xwe bênavber bidomînin, ji bo siberojan bi hev re bixebitin, parve bikin û hilberînin.