07 ئەیلوول 2026
Civîna meclisa şaredariya me ya meha Îlonê bi dest pê kir.
04 ئەیلوول 2026
Klûba me ya Werzişê ya Şaredariya Rezanê, li ber salona me ya werzîşê, tevî Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be û Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Di Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger de ku girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ye, me piştî ezmûnê jî piştgirî da xwendekarên xwe yên ku tevahiya salê ji bo YKSyê amadehî dikirin.Ji xwendekarên me 50 kes di beşên lîsans û pêşlîsansê yên zanîngehan de bicih bûn.
03 ئەیلوول 2026
Şaredariya Rezanê perspektîfa xwe ya rêveberiya herêmî ya demokratîk li qadê dixe meriyetê. Di çarçoveya vê xebatê de ku li gundê Hewarê Xasê dest pê kir, rê tevî gelê gund hatin çêkirin. 30 hezar metreçargoşe kevirê parkeyê û 10 hezar metre bordûr bi gundiyan re tê raxistin.
Hetê Mudirîya ma ya Xizmetanê Astengdar û Pîran ra, bi amancê ke têkilîya komelkî û piştîgirêdayîşê mabênê merkezanê rehabîlîtasyonî bêrê xurtkerdene û beşdarîya falîyetanê sporî bêro zêdekerdene, musabaqayê voleybolî ameyî organîzekerdene.
27 ئاب 2026
Xebatên berfireh ên paqijkirinê ku ji aliyê Gerinendetiya Karûbarên Paqijiyê ve li seranserê taxan têne meşandin, didomin.Di vê çarçoveyê de, me li Oğlaklıyê, ligel tîmên Şaredariya Mezin a Amedêji bo dabînkirina jîngeheke domdar û paqij xebat meşand.
Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan ve hat lidarxistin de, em li baxçeyê fêkiyan a şaredariya xwe bi jinên kursiyer re hatin cem hev.
26 ئاب 2026
Em peyarêyên li taxên Rezanê yên kevn û xirabe nû dikin ku wan hêsantir û bi ewle li gorî standardên gerdûnî amade bikin. Di vê çarçoveyê de me li Taxa 5ê Nîsanê li Kolana Lezgin Avciyê dest bi xebata xwe ya nûkirinê kir.
25 ئاب 2026
Seba Rezanêko hîna kesk, pak û weş xebatê ma dewam kenê. Ekîbê Mudirîya ma ya Park û Baxçeyan seba ke welatîyê ma qadêka hîna weş, ewle û rehet de wex vîyarnê, cayanê kesk û parkan de xebatanê xo yê ciewnîyayîşî domnenê.
Ekîbanê ma yê ke Taxa Bagcilar de kontrolî kerdê; rewşa hîjyenî ya xidayan, tarîxê peyên ê şuxulnayîşî, şertanê mihafezakerdişî yê qanûnî ser o cigêrayîşî kerdê.