Em peyarêyên li taxên Rezanê yên kevn û xirabe nû dikin ku wan hêsantir û bi ewle li gorî standardên gerdûnî amade bikin. Di vê çarçoveyê de me li Taxa 5ê Nîsanê li Kolana Lezgin Avciyê dest bi xebata xwe ya nûkirinê kir.
Şaredariya me xebatên rê û peyarêyan ku di nav daxwazên pêşîn ên gelê Rezanê de ne, bi hêza xwe ya cewherî dimeşîne. Em peyarêyên li taxên Rezanê yên kevn û xirabe nû dikin ku wan hêsantir û bi ewle li gorî standardên gerdûnî amade bikin.
Di vê çarçoveyê de me li Taxa 5ê Nîsanê li Kolana Lezgin Avciyê dest bi xebata xwe ya nûkirinê kir. Ji bo armanca 15 hezar metreçargoşe kevirê peyarê, 3 hezar metre bordûr û 2 hezar û 500 metre kevirê astengdaran, em di nav xebateke têr û tijî de ne.
Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, bi Cîgirê Hevşaredar Reşat Yucel, endamên Meclisê û gerînendeyê yekeyê re li cihê xebatê ya nûkirinê vekolîn kirin û tevlî xebatê bûn.
Tîmên me dê li hemû peyarêyên ku pêwîstiya wan bi nûkirinê heye, dê destwerdanê bikin. Xebata me ya ku li Taxa 5ê Nîsanê dest pê kiriye, bi rêzê ve li herêmên diyarkirî yên li taxên me yên Kaynartepe, Yunus Emre û Şêx Şamilê dê berdewam bike.
Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê ku hewcedariyan li qadê tespît dike, li Taxa 5ê Nîsanê dest bi xirakirina 15 avahiyên kevn û kavil jî kir.