08 تەمووز 2026
Navenda Ciwanan a Rezanê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, bi kargeh û kursên cihêreng xwe digihîne welatiyan. Yek ji van kursan jî werzîşa sibehan e ku me ji bo jinan li dar xistiye.
Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik wekî endamê Encûmena UCLGyê hat hilbijartin.
07 تەمووز 2026
Ji bo jinên ku beşdarî kursên sêwirandin û xwendin û nivîsandinê bûn li Navenda Jiyana Jinan a Mala Reze pêşangehek û merasîmek dayîna sertîfîkayan hate lidarxistin. Berhemên destçêkirî yên jinan eleqeyek mezin kişandin.
Gerînendetiya me ya Karên astengdar û Extiyaran, xebatên xwe yên ku hevgirtinê û tevlîbûna civakî xurt dikin didomîne.
Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik piştgirî dan wê kampanyaya ku li bajêr ji bo têkoşîna li dijî tiryakê hatiye destpêkirin. Hevşaredar beşdarî ragihandina kampanyaya "Rabin" bûn ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin.
06 تەمووز 2026
Civînên Meclisa Şaredariya Rezan meha Tîrmehê di serokatiya Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîkî de dest pê kirin.
05 تەمووز 2026
Gerinendetiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Rezanê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Rezanekî paqijtir" de, xebatên xwe li taxan didomîne. Di çarçoveya kampanyayê de, li taxên Körhat û Fatihê çalakî hatin lidarxistin.
04 تەمووز 2026
Hevserokên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, beşdarî Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aborî bûn
03 تەمووز 2026
Li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê di pêvajoya Budçeya Beşdar de kelecana hilbijartinê hat jiyîn. Piştî hilbijartina ku welatiyan tê de bûn û deng bi kar anîn, 3 projeyên pêşîn hatin diyarkirin.
Xebatên budceya beşdarbûyî li taxên Yeniköy û Yunus Emre dikevin meriyetê. Piştî pêvajoyeke dengdanê ya hefteyekê, sindoqên dengan hatin vekirin û deng hatin hejmartin.