TR | KU
A- A+

Me Îro Werzişa Xwe ya Beyaniyê li Pira Dehderî Ki

19 ئاب 2026

Jinên ku beyaniyan ji bo werzişê tên cem hev, îro li Pira Dehderî ya dîrokî meşiyan. Jinên ku bi servîsê gihîştin qada dîrokî, bi meşa ku di bin çavdêriya rahênerên me de pêk anîn, bi hewaya paqij û liv û tevgerê dest bi rojê kirin. Ji wir jî ber bi Girê Çilan ve meşiyan.

​Li Navenda Ciwanan a Rezanê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzişê, werzîşa me ya beyaniyê ya ji bo jinan berdewam dike.

​ Jinên ku beyaniyan ji bo werzişê tên cem hev, îro li Pira Dehderî ya dîrokî meşiyan. Jinên ku bi servîsê gihîştin qada dîrokî, bi meşa ku di bin çavdêriya rahênerên me de pêk anîn, bi hewaya paqij û liv û tevgerê dest bi rojê kirin. Ji wir jî ber bi Girê Çilan ve meşiyan.

​ Di vê meş û çalakiyê de ku Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzişê jî ligel wan bû, jinan hem werziş kirin hem jî di atmosfera bêhempa ya cihê ku bedewiya dîrokî û xwezayî lê hene de demeke xweş borandin.

​Bi jinan re ji bo beyaniyên bi tendurist û bi tevger, çalakiyên me yên werzişê berdewam dikin. Hemû jinên ku dixwazin tevlî werzişa beyaniyê bibin, em li bendê ne ku werin  Navenda Ciwanan a Rezanê.

​ Navenda Ciwanan a Rezanê / Hemberî Parka Goletlî ya li Hala Nû

 0412 502 00 14


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button