Zarokê 9 salî Huseyin ê ku di pîrozbahiyên şampiyoniyê yên Amedsporê de birîndar bibû û tevî malbata wî, li şaredariya me bûn mêvanên me.
Zarokê 9 salî Huseyin ê ku di pîrozbahiyên şampiyoniyê yên Amedsporê de birîndar bibû û tevî malbata wî, li şaredariya me bûn mêvanên me. Malbata Işik ji aliyê Hevşaredarê me Siraç Çelik, Alîkara Hevşaredar Jiyan Aslan û endamên meclisa me ve hatin pêşwazîkirin. Ji bo dermankirina Huseyin ê ku ji çavê xwe birîndar bibû berdewam dike, em ê jî tevî Amedsporê li pal û pişta Huseyin bin. Hem di pêvajoya dermankirinê de hem jî di jiyana wî ya perwerdeyê de em ê bibin piştevanê Huseyin. Em hêvî dikin ku Huseyin di demek kurt de vegere ser tenduristiya xwe û em ji wî û malbata wî re temeke dirêj, jiyaneke xweş û dilxweş dixwazin.