TR | KU
A- A+

 Me kampanyaya xwe ya paqijkirinê bi zarokan re pêk anî

18 ئاب 2026

Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa Bagcilarê xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.Zarokên ku beşdarî kursên Navenda Ciwanan a Rezan dibin jî di kampanyaya me de beşdar bûn.

​Bi beşdariya Hevşaredarê me Sîraç Çelîk, Alîkarê Hevşaredarên Jiyan Aslan û Suat Ozdemir, Endamên me yên Meclisê, reveberê yekîneyên û hevalên me yên xebatê, Gulistana Zimanan, Parka Eyşe Şan, Parka Diyala, kolan û kûçeyan de xebateke berfireh a berhevkirina çopê û paqijiyê kir. Em bi esnaf û dikandaran re hatin cem hev û me banga paqijhiştina bajarê me kir. Zarokên ku beşdarî kursên Navenda Ciwanan a Rezan dibin jî di kampanyaya me de beşdar bûn.

​Ji bo Rezaneke paqij, bi ewle û bi tendurist, em ê heta 21ê Tebaxê her roj li cihekî din a navçeya xwe bi gelê xwe re û bi feraseta keda kolektîf û hevgirtinê  em ê xebatên xwe yên paqijiyê berfireh û berdewam bikin.
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button