TR | KU
A- A+

Ji Bo Kampanyaya "Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij" Em Bi Keyayan Re Li Hev Civiyan 

10 ئاب 2026

​Ji bo derdora  bajarê me paqij û bi tendurist be û ji bo qadeke jiyanê ya domdar,  kampanyaya "Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij" ku ket meriyetê, li ser vê yekê bi keyayên taxan re civînek hat lidarxistin.

​Ji bo derdora  bajarê me paqij û bi tendurist be û ji bo qadeke jiyanê ya domdar,  kampanyaya "Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij" ku ket meriyetê, li ser vê yekê bi keyayên taxan re civînek hat lidarxistin. Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, endamên me yên meclisê û Gerînendeyên yekeyan jî tevlî vê civînê bûn.

​Hevşaredarên me bal kişandin ser wê yekê ku bajarekî paqij tenê bi xebat û têgihiştineke kolektîf dikare were jiyandin û mayînde bibe. Her wiha diyar kir ku armanca yekem a kampanyayê jî di vê xalê de afirandina hişmendiyekê ye.

​ Keyayên taxan jî destnîşan kirin ku ew ê ji bo pêkanîna kampanyayê bi her awayî û bi kêfxweşî dê piştgiriya xwe bidin.

​Di çarçoveya kampanyayê de dê li taxan bi gel re xebatên paqijiyê dê were kirin.

​ Di çarçoveya kampanyayê de sibê saet di 10.00'an de li Dortyolê daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi beşdariyeke berfireh dê pêk were.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button