TR | KU
A- A+

Kampanyaya Paqijiyê ya bi Keda Kolektîf:  Li Taxa 5 Nîsanê Em Bi Hev Re Xebitîn 

14 ئاب 2026

Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa 5 Nîsanê xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.

Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa 5 Nîsanê xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.

​Bi beşdariya Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Endamên me yên Meclisê û hevalên me yên xebatê, Hevserokên Navçeya Rezanê ya Partiya DEMê me xebateke berfireh a berhevkirina çopê û paqijiyê kir. Em bi esnaf û dikandaran re hatin cem hev û me banga paqijhiştina bajarê me kir.

​Ji bo Rezaneke paqij, bi ewle û bi tendurist, em ê heta 21ê Tebaxê her roj li cihekî din a navçeya xwe bi gelê xwe re û bi feraseta keda kolektîf û hevgirtinê  em ê xebatên xwe yên paqijiyê berfireh û berdewam bikin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button