Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya "Şiyar Be" û Şaredariya me ya Rezanê tevî şaredariyên din ên li Amedê, civînên gel ên li dijî tiryakê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Parka Koşuyoluyê bi keyayên taxan re civînek pêk hat.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya "Şiyar Be" û Şaredariya me ya Rezanê tevî şaredariyên din ên li Amedê, civînên gel ên li dijî tiryakê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Parka Koşuyoluyê bi keyayên taxan re civînek pêk hat. Berdevkên platformê, Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, hevserokên şaredariyan, aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Hevserokên Bajêr ên Partiya DEMê û DBP'ê, rêveberiyên navçeyan û pisporên Navenda Şêwirmendiyê ya Tiryakê ya Şaredariya Bajarê Mezin tevlî civînê bûn.
Hevşaredara me Ayaz ku axaftina vekirinê ya civînê kir, balê kişand ser mijara temenê karanîna madeyan ku heta temenê zaroktiyê daketiye û destnîşan kir ku ji bo zarok û ciwanan şaredarî, keyayên me, sazî û hemwelatî tev xwedî berpirsiyarê vê yekê ne.
Her wiha got ku xebatên şaredariyan yên ji bo navendên têkoşîna li dijî tiryakê bi lez pêş de diçin û xebatên ji bo hilweşandina avahiyên kavil û xebatên ji bo ronîkirin derdorê jî bi awayekî aktîf berdewam dikin.
Keyayan jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê anîn zimên.