14 تەمووز 2026
Civînên me yên giştî li taxan bi polîtîkaya şaredariya me ya gelparêz û beşdar berdewam dikin. Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, em bi şêniyên Zoxê re civiyan.
13 تەمووز 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fabrîkaya Nanê Gel, ku avakirina wê li Taxa Bağcılar a navçeya me temam bûye, vekir.
Me li Rezê, bi xwendekaran re yên ku xwe ji bo konservatuwarê amade dikin, Kargeha “Azadkirina Zayenda Civakî” li dar xist.
11 تەمووز 2026
Navenda Ciwanan a Rezanê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, bi çalakiyên “Li Taxa Min Şahî Heye” hevdîtina xwe ya bi zarokan re berdewam dike.
08 تەمووز 2026
Gerinendetiya Polîtîkayên Jinan xebaten xwe didomine. Di vê çarçoveyê de, li Mala Reze civîneke jinan hat lidarxistin.
Navenda Ciwanan a Rezanê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, bi kargeh û kursên cihêreng xwe digihîne welatiyan. Yek ji van kursan jî werzîşa sibehan e ku me ji bo jinan li dar xistiye.
Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik wekî endamê Encûmena UCLGyê hat hilbijartin.
07 تەمووز 2026
Ji bo jinên ku beşdarî kursên sêwirandin û xwendin û nivîsandinê bûn li Navenda Jiyana Jinan a Mala Reze pêşangehek û merasîmek dayîna sertîfîkayan hate lidarxistin. Berhemên destçêkirî yên jinan eleqeyek mezin kişandin.
Gerînendetiya me ya Karên astengdar û Extiyaran, xebatên xwe yên ku hevgirtinê û tevlîbûna civakî xurt dikin didomîne.
Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik piştgirî dan wê kampanyaya ku li bajêr ji bo têkoşîna li dijî tiryakê hatiye destpêkirin. Hevşaredar beşdarî ragihandina kampanyaya "Rabin" bûn ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin.