TR | KU
A- A+

Pêşangeha Keda Jinan û Merasîma Sertîfîkayan Hate Lidarxistin

07 تەمووز 2026

Ji bo jinên ku beşdarî kursên sêwirandin û xwendin û nivîsandinê bûn li Navenda Jiyana Jinan a Mala Reze pêşangehek û merasîmek dayîna sertîfîkayan hate lidarxistin. Berhemên destçêkirî yên jinan eleqeyek mezin kişandin.

 

Ji bo jinên ku beşdarî kursên sêwiran û xwendin-nivîsandinê yên li Navenda Jiyana Jinan a Mala Reze bûbûn – ku di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê de xizmetê dike – merasîmeke mezûnbûnê hat lidarxistin.

Hevşaredar Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, endamên meclîsê, Midûra Polîtîkayên Jinan, beşdarên kursê, mamoste û karmend beşdarî çalakiyê bûn.

"Pêşangeha Keda Jinan", ku berhemên ku bi hevkariya jinan di atolyeya sêwirandinê de di nav salekê de hatine afirandin nîşan dide, vebû. Çalakiya ku cûrbecûr tiştên destçêkirî - ji çenteyan bigire heya cilên gelêrî - nîşan da, eleqeyek mezin ji beşdaran kişand.

Piştî pêşangehê, sertîfîka ji beşdarên ku qursên sêwirandin û xwendin û nivîsandinê bi serkeftî qedandibûn re hatin dayîn.

 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button