Gerînendetiya me ya Karên astengdar û Extiyaran, xebatên xwe yên ku hevgirtinê û tevlîbûna civakî xurt dikin didomîne.
Di vê çarçoveyê de, bi tevlîbûna xwendekarên ku li navendên perwerdehiya taybet û rehabîlîtasyonê yên li navçeya me perwerdeyê dibînin, tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin. Tûrnûva, bi lîstikên yekem ên ku li Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê ye, dest pê kir.
Alîkarê Hevşaredaran Suat Ozdemir û Gerînendeyê me yê Karên astengdar û Extiyaran jî beşdarî bernameyê bûn û heyecana werzişvanan jiyîn.
Di tûrnûvayê de 8 tîm têdikoşin û xwendekar bi rihê yekîtiyê-tîmbûyînê hevgirtinê, parvekirinê teyisandin qada werzîşê.
Piştî ku lîstikên di nava koman de bi dawî bibin, dê maça fînalê were lîstin.