24 حوزەیران 2026
Şaredariya Rezan û Hevserokê GABB Siraç Çelik bi Serokê Şaredariya Grigny ya Fransayê û Hevserokê Komîteya Tevlêbûna Civakî, Demokrasiya Beşdar û Mafên Mirovan a UCLGyê Philippe Rio û bi Koordînatorê Giştî yê Çavdêriya Navneteweyî ya Demokrasiya Tevlîhev Adria Duarte re hevdîtin pêk anî.
22 حوزەیران 2026
Hevşaredarê Şaredariye Rezan Sîraç Çelîk tevli Civîna Herêmî ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) bû ku li bajarê Tanca yê Fasê hate lidarxistin.
20 حوزەیران 2026
Seba Rezanêko hîna kesk, pak û weş xebatê ma dewam kenê.
19 حوزەیران 2026
Duyemîn civîna giştî li Taxa Yunus Emre hate lidarxistin. Niştecihên Taxa Yunus Emre eleqeyek mezin nîşanî civîna "Civîna Pêşniyaran" dan û pêşniyar û daxwazên xwe di forumek vekirî de anîn ziman.
Hevşaredara me Leyla Ayaz, hevşaredarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên şaredariyên navçeyan bi gelê Karazê re hatin cem hev.
Li Navenda Jiyana Jinan a Rezxaneyê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan, amadekariya hevdîtinê ya karê Mêwan tên kirin.
Gerinendetiya Xizmetên Paqijkirinê ya me di bin dirûşmeya "Rezanek Paqijtir" de li taxan xebata xwe didomîne. Tîmên me li taxên Bağcılar, Yeniköy û Yunus Emre xebatên paqijkirinê yên berfireh pêk anîn.
18 حوزەیران 2026
Tora koordînasyonê ya ku di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya me ya Rezanê û şaredariyên navçeyan ên li dijî tiryakîbûna madeyan de hatî avakirin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
15 حوزەیران 2026
3yemîn Turnuvaya Tenîsê ya Kûpaya Rezanê, ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Rezanê ve hate lidarxistin, bi maçên fînalê bi dawî bû. Fînala ku 280 werzişvan ji 7 bajaran beşdar bûn, bi çalakiyên rengîn tijî bû. HevşaredarênAyaz û Çelik, diyar kirin ku ew ê bi hêza yekgirtî ya werzîşê berdewam bikin.
Li Pirtûkxaneya me ya Gel a Ferzad Kemanger me ji bo xwendekarên xwe yên ku beşdarî kursên me dibin, ezmûneke ceribandinê li dar xist. Ev jî ji bo ku tê de beriya YKS'ê atmosfera ezmûnê ya rastî biceribînin.