TR | KU
A- A+

 Hevşaredar li Karazê  Bi Jinan Re Hatin Cem Hev

19 حوزەیران 2026

Hevşaredara me Leyla Ayaz, hevşaredarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên şaredariyên navçeyan bi gelê Karazê re hatin cem hev.

​Hevşaredara me Leyla Ayaz, hevşaredarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên şaredariyên navçeyan bi gelê Karazê re hatin cem hev. Hevşaredaran pêşî li Kolana Hatipçaglarê serdana esnafan kirin û guhdariya daxwaz û pêşniyarên welatiyan kirin. Hevşaredar piştî serdana esnafan derbasî Taxa Tepecikê bûn û li wir bi jinan re hatin cem hev.

​Di hevdîtinê de, li ser rewşa bajêr û pirsgirêkên li navçeyê nirxandin kirin. Jinan daxwaz, nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê rola jinê di rêveberiyên xwecihî de were xurtkirin û têkoşîna hevpar, hevgirtin û piştgirî were mezinkirin.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button