Li Pirtûkxaneya me ya Gel a Ferzad Kemanger me ji bo xwendekarên xwe yên ku beşdarî kursên me dibin, ezmûneke ceribandinê li dar xist. Ev jî ji bo ku tê de beriya YKS'ê atmosfera ezmûnê ya rastî biceribînin.
Ciwanên ku ev salekê ye ji bo hedefên xwe yên zanîngehê ked dane, ji bo YKS'ya ku dê di 20-21'ê Hezîranê de pêk were xwe amade dikin; em jî piştgiriyê didin wan ku kelecana xwe ya ezmûnê kêm bikin û vê pêvajoyê bê rêbazên zanebûn bi rê ve bibin.
Di simûlasyona YKS'ê ya ku me li dar xist de xwendekarên me;
Xwe amadekirina li gorî saeta ketina azmûnê,
Rêzikên salonê,
Karûbarên kodkirinê,
Prosedurên destpêkirin û qedandina azmûnê, ango hemû sepanên ku dê di azmûna rastî de rû bi rû bimînin yek bi yek biceribînin.
Bi saya vê xebatê, xwendekarên me hem fêrî hawira ezmûnê dibin hem jî bi ceribandina xwe fersenda dîtina kêmasiyên xwe bi dest dixin.