17 ئازار 2026
10 werzişvanên ku beşdarî kursan bûn, ji pêvajoya hilbijartinê derbas bûn û lîsans wergirtin
13 ئازار 2026
Gerînendetîya Karên Fenî li hember xerabûnên ku di rêyan de çê bûne xebatên selihandinê didomîne. Tîmên me, çal û deformasyonên ku di asfaltê de çê bûne tespît dikin û mudaxile dikin.
10 ئازار 2026
Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelik ji bo baştirkirina kalîteya xizmetê li navçeya me, ji bo hilberandina xizmetek bikêrtir, bibandortir û zûtir, û ji bo nirxandinên hevbeş ên li ser xebatê, bi hemu xebatkaren re de civiyan
08 ئازار 2026
Hevşaredara Şaredariya Rezane Leyla Ayaz, beşdarî mîtînga 8ê Adarê bû ku bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihonin" hate lidarxistin.
06 ئازار 2026
Civîna Meşa Şaredariya Rezanê di bin serokatiya Hevşaredar Leyla Ayaz û endamên meclîsa jin de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate lidarxistin. Hevşaredar Ayaz, peyamek ji bo 8ê Adarê da û got, "Têkoşîna jinan mîna pêlek li seranserê cîhanê belav dibe. Em jin di her qada jiyanê de ne û em ê berdewam bikin. 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz be."
Di dema kontrolên li Taxa Yunus Emre de, tonêk loqim ji kargehek bêdestûr hat desteserkirin û îmhakirin.
Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, xebatkarên jin ziyaret kirin û 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
04 ئازار 2026
Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li Mele Aliye Jor bi jinan re civiya.
Bi boneya 1-7ê Adarê Hefteya Erdhejê me li Şaredarîya xwe, bi hevkarîya Komeleya Piştgirîyê ya Rêvebirina Karesatan (DMS) perwerdehîya hayjêbûnê li dar xist.
03 ئازار 2026
Hevşaredara Şaredariya Rezane Leyla Ayaz, di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li sûkê bi jinan re civiya û broşur belav kir.