Hevşaredarê Şaredariye Rezan Sîraç Çelîk tevli Civîna Herêmî ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) bû ku li bajarê Tanca yê Fasê hate lidarxistin.
Hevşaredar Çelik her wiha ligel Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi rayedarên Şaredariya Yatta ya Filistinê û ligel Serokê Şaredariya Al-Dahriyayê hatin ba hev. Di hevdîtinan de proje û îmkanên hevkariyê yên hevpar hatin nirxandin.