18 نیسان 2026
Gerinendetiya Polîtîkayên Jinan, xebatên xwe bi perspektîfeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dimeşîne. Yekîneyek Perwerdehiyê; di atolyeyên de bi 7 hezar û 750 jin hatin ba hev.
16 نیسان 2026
Alîkarên Hevşaredarên Rezan Reşat Yucel, Suat Özdemir, Uğur Alyüz û endamên me yên Meclisê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn tevî rêvebertîya Navçe û Bajaran a Partiya DEM'ê serdana welatiyan û esnafan kirin.
Forûma Şaredarîtiyê (BELFOR) ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve li Enqerê tê lidarxistin, Modela Budçeya Beşdar a Rezan ku me bi perspektîfa rêveberiyên cihkî yên demokratîk di bin şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te" de pêk anî, eleqeyek mezin dît.
12 نیسان 2026
Şaredarîya Rezanê ya ku daxwaza hemwelatiyan bi cih tîne, di sala dawî de 90 avahiyên metrûk hilweşandin. Armanc ew e ku di sala pêş de 150 avahiyên din jî werin hilweşandin.
11 نیسان 2026
Gerînendetîya me ya Xizmetên Astengdar û KalûPîran bi polîtîkaya me ya şaredarîtîya civakparêz piştgirî dide hemwelatiyan.
08 نیسان 2026
Navenda Tenduristiyê di çarçoveya 1-7ê Nîsanê Hefteya Penceşêrê ya Neteweyî de bi armanca ku di civakê de hayjêbûnê pêk bîne semînerên xwe yên agahdarkirinê yên arasteyî gel didomîne. Di vê çarçoveyê de, tevî Gerînendetîya me ya Polîtîkayên Jinan, "Semînera Hayjêbûna Penceşêrê" hat lidarxistin.
Bi xebata Gerînendetîyên me yên Karên Fenî û Avadanî û Bajarsaziyê avahîya metrûk an li Kuçeya 303 a li Taxa Kaynartepe hate hilweşandin.
Bi nûnerên pardar re ku em dê bi wan re bi şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te," li taxên Oglakli, Yenîkoy û Yûnûs Emre bi hev re bixebitin atolye li dar xist.
06 نیسان 2026
Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan bi polîtîkaya şaredarîtîya civakparêz xizmeta tenduristiyê ya gihaştî, bêheq û bi zimanê dayikê dide. Navenda Tenduristiyê ku bi polîtîkayên qeyûmtiyê hatibû berkirin, piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an ji nû ve hate aktîfkirin û heta niha gihîşt 17 hezar û 642 hemwelatiyan.
Civîna Meclîsa Meha Nîsanê dest pê kir