Forûma Şaredarîtiyê (BELFOR) ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve li Enqerê tê lidarxistin, Modela Budçeya Beşdar a Rezan ku me bi perspektîfa rêveberiyên cihkî yên demokratîk di bin şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te" de pêk anî, eleqeyek mezin dît.
Forûma Şaredarîtiyê (BELFOR) ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve li Enqerê tê lidarxistin, dest pê kir. Di Forûma ku sepanên baş ên şaredariyê ku sûdên civakî diafirînin tê parvekirin de Sepanên bajêr ên bi aqil, Polîtîkayên jîngeh û avê,
Modelên rêveberiya beşdar, Xebatên şaredarîtiyê yên sosyalî, Modela Budçeya Beşdar a Rezan ku me bi perspektîfa rêveberiyên cihkî yên demokratîk di bin şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te" de pêk anî, eleqeyek mezin dît. Xebata Budçeya Beşdar ku par li Bagcilar û Kaynartepe hate pêkanîn îsal jî li taxên Oglakli, Yûnûs Emre û Yenîkoyê dê were sepandîn bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Hevşaredarê me Siraç Çelîk û Alîkara Hevşaredaran Jiyan Aslan modela mînak pêşkêş kirin. Aslanê pêşkêşiyek berfireh bi dîmen, vîdyo û slaytan pêşkêş kir.