Şaredarîya Rezan ji bo gel li taxên xwe, xwe di ewlehiyê de bibînin, rehet hîs bikin û ewlehiya xwe ya jiyanê dabîn bikin avahîyên metrûk yek bi yek hildiweşîne. Şaredarîya me ya ku daxwaza hemwelatiyan bi cih tîne, di sala dawî de 90 avahiyên metrûk hilweşandin. Armanc ew e ku di sala pêş de 150 avahiyên din jî werin hilweşandin.
Şaredarîya Rezan yek ji pirsgirêkên herî girîng ên navçeya me, ji bo gel bi rehetî û ewlehî li taxên xwe bijîn avahiyên metrûk û bixesar hildiweşîne. Li herêma Rezana Kevin, ev avahiyên terikandî û bixesar, ku bi taybetî dibin asteng ku zarok û jin di kolanên xwe de xwe rehet û bi ewle hîs bikin, yek bi yek têne tespîtkirin û hilweşandin.
Gerînendetîyên me yên Karên Fenîî û Avadanî û Bajarvaniyê pêşengtiya vê xebatê dikin û hem li gorî tespîtên xwe hem jî li gor agahdarî û daxwazên gel bi lezgînî hilweşandinê pêk tîne.
Bi xebatên ku tên meşandin tê armanckirin ku hem ewlehiya can û malê hemwelatiyan were dabînkirin hem jî pêşî li qirêjiya jîngehê were girtin. Bi rakirina avahiyên metrûk re li taxan jîngehek saxlemtir, birêkûpêktir û jiyanbartir tê avakirin.
Di vê çarçoveyê de, di sala borî de 90 avahî hatin hilweşandin. Armanc ew e ku di sala bê de 150 avahiyên metrûk werin hilweşandin.