Bi nûnerên pardar re ku em dê bi wan re bi şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te," li taxên Oglakli, Yenîkoy û Yûnûs Emre bi hev re bixebitin atolye li dar xist.
Ji bo serdema nû ya Budçeya Beşdar a Modela Rezan ku me bi perspektîfa rêveberîyên cihkî yên demokratîk xistiye jiyanê, xebatên atolyeyan berdewam dikin. Bi nûnerên pardar re ku em dê bi wan re bi şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te," li taxên Oglakli, Yenîkoy û Yûnûs Emre bi hev re bixebitin atolye li dar xist.
Hevşaredarê me Siraç Çelîk, Alîkarên Hevşaredaran Jiyan Aslan û Reşat Yucel, gelek nûnere pardarî beşdarî atolyeyê bûn. Derbarê pêvajoya ku di serdema nû de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin li Oglakliyê were meşandin û piştre derbarê xebat û plansaziya li taxên Yunus Emre û Yenîkoyê de agahî hatin dayîn. Girîngiya avakirina taxên me bi nirxên demokrasî, beşdarbûnî û wekheviyê hat tekez kirin.
♦️Saziyên Pardarî
Şaredarîya Bajarê Mezin
Konseya Bajêr
KMM(ÎHD)
Baroya Amedê
KHA(OHD)
Jineolojî
Komeleya Jinan a Rosayê
Kooperatîfa Jinan a Tohûmê
Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê
KASED
Ma Muzîk
KSKG(KESK)
YJAET(TMMOB)
Jûra Esnaf û Hunerweran
JPBA(DTSO)
Borseya Bazirganiyê
Amedspor
CRBR (GGC)
MGK
DFG
Jûra Çandînîyê ya Yenîşehîrê
Goç-Der
Jûra Tebîban
Tekstîlkent
HPO (OSB)