TR | KU
A- A+

Hejmartina dengan li Yeniköy û Yunus Emre bi dawî bû.

03 تەمووز 2026

Xebatên budceya beşdarbûyî li taxên Yeniköy û Yunus Emre dikevin meriyetê. Piştî pêvajoyeke dengdanê ya hefteyekê, sindoqên dengan hatin vekirin û deng hatin hejmartin.

Di çarçoveya bernameya Budçeya Beşdarbûnê ya ku ji hêla Şaredariya Rezan û niştecihên taxên Yunus Emre û Yeniköy ve bi hev re tê meşandin,dengdan bi dawî bû

15 projeyên ku ji hêla niştecihên her du taxan ve hatine pêşniyar kirin, di sindoqan de derketin. Welatiyan hem li ser sindoqan û hem jî bi rêya înternetê dengên xwe dan. Piştî heyamek dengdanê ya hefteyekê, îro hejmartina dengan pêk hat.

Hejmartina dengan bi beşdariya Hevşaredara Leyla Ayaz, Alîkara Hevşaredara Jiyan Aslan  bi awayekî giştî hate kirin. Di encama hejmartinê de, 3 projeyên ku herî zêde deng wergirtin hatin destnîşankirin. Projeyên bijartî dê di civînek giştî de ku îro saet 5ê piştî nîvro were lidarxistin werin ragihandin.

 

 

 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button