Gerinendetiya Park û Baxçeyan hewlên xwe yên ji bo zêdekirina qadên kesk ên li Baglarê didomîne. Di çarçoveya vê înîsiyatîfê de, 460 dar hatine çandin.
Di çarçoveya xebatên ku ji hêla tîmên me yên girêdayî Gerînendetiya Park û Bexçeyan ve tên kirin de, li Parka Ciwanan a Hala Nû, a Ahmedê Xanî, Ahmedê Xasî, El Cezerî, Celal Guzelses û her weha li qada Buroya Budçeya Beşdar a li Taxa Oglakliyê dar hatin çandin. Di çarçoveya xebatê de 460 dar hatin çandin. Bi hatina şert û mercên demsalî re demsala çinîna çîmê jî dest pê kir. Bi xebatan domdariya qadên hêşîn tê dabînkirin û çêkirina qadên jiyanê yên saxlemtir û birêkûpêktir tê armanckirin.