Li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê, di sepandina Budçeya Beşdar de ya ku gel û şaredariya me bi hev re dimeşînin, em di pêvajoya dengdanê de ne.
Di kaxezên dengdanê de yên ku di hevdîtinên gel de hatibûn pêşniyarkirin û di hevdîtina Mûzakereyê de teşeya xwe ya dawî girtibûn, 15 proje cih girtin. Welatî ji duh ve li ser malpera “baglarbutce.com”ê û bi rêya karekodan dengê xwe bikar tînin.
Li her du taxan sandoq jî hatin danîn. Welatî tên ser sandoqan û wan projeyên ku ew dixwazin werin jiyandin, hildibijêrin.
Ji bo welatiyên ku nikarin werin ser sandoqan an jî di bikaranîna dengê dîjîtal de zehmetiyê dikişînin, bi rêya sandoqên gerok û tîmên me piştgirî tê dayîn. Karûbarên dengdanê dê heta 3’yê Tîrmehê berdewam bikin.
Di encama dengdanê de 3 projeyên ku herî zêde deng wergirtine, roja Înê, (3’yê Tîrmehê) dê di hevdîtina gel de werin eşkerekirin. Ji bo her projeyeke ku hatibe hilbijartin, dê Komisyoneke Taxê ya taybet were avakirin. Ev komisyon dê ji qonaxa plankirinê heta qonaxa avakirinê, ango vê pêvajoyê bi tîmên şaredariyê re bi hevparî bimeşînin.
Cihên sandoqan wiha ne:
Keyatiyên Taxa Yenîkoy û Yunus Emreyê
Li Dortyolê
Kolana Goristanan
Kolana Nukhet Coşkun
Riya Balafirgeha Kevin
Kolana Gursel
Kuruçeşme