
Navenda Jinan a Kardelen û Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narîn, ku bi Daîreya Jinan a Şaredariya Bağlarê ve girêdayî ne, ji bo Roja Dayikan gera dîrokî û çandî li dar xistin.
Navenda Jinan a Kardelen û Navenda Zarok û Malbatê ya Pirarmanc a Narîn, ku girêdayî Daîreya Jinan a Şaredariya Bağlarê ne, ji bo dayikên zarokên ku beşdarî qursên Roja Dayikan dibin, geşt û pîknîkek ber bi navçeya Sûrê ve li dar xistin. Çalakiya ku di çarçoveya kampanyaya "Me soza xwe neaniye cih; em ê bi hev re tundiyê rawestînin" de hate lidarxistin, li Meydana Dağkapiyê dest pê kir. Jin li wir kom bûn û cihên dîrokî û çandî yên Dîyarbekirê geriyan. Wan serdana Muzexaneya Wêjeyê ya Ahmet Arif, Mizgefta Ulu, Muzexaneya Bajarê Dîyarbekirê, Dêra Meryema Pîroz û Qesra Cemîl Paşa kirin.
Bername di dawiya rojê de li Qesra Gazî bi pîknîkekê berdewam kir. Jin û zarokan di nav xwezayê de rojek xweş û rihet derbas kirin.