TR | KU
A- A+

Li Tezharapê Bi Jinan Re Kargehek Hat Li Dar Xistin 

10 حوزەیران 2026

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan, di çarçoveya kampanyaya "Gotinên Me Neqediyane, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Rawestînin" de, li taxa çolter a Tezharapê ligel jinan hat cem hev û kargehên "Azadiya Zayendî ya Civakî" û tundiya dîjîtal li dar xistin.

​Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan, di çarçoveya kampanyaya "Gotinên Me Neqediyane, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Rawestînin" de, li taxa çolter a Tezharapê ligel jinan hat cem hev û kargehên "Azadiya Zayendî ya Civakî" û tundiya dîjîtal li dar xistin. Endamên Meclîsê jî beşdarî vê xebatê bûn.

​ Hevalên me yên xebatê pêşî li gund xebata qadê dikirin, derî bi derî geriyan û jinan vexwendin ku bibin parçeyek ji vê hevgirtinê.

​Di kargehê de ji aliyê derûnînasa saziya me ve pêşkêşiyek hat kirin. Bi jinan re li ser rola zayendiya civakî, newekheviyê û tundiyê nirxandin hatin kirin. Girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê û hêza hevgirtinê derket pêş.

​Ji bo jiyaneke wekhev û azad, em ê li dijî zayendperestî, cudakarî û hişmendiya mêrperest, bi keda hevpar hevgirtina xwe li her taxê û li her kolanê mezin bikin.

​Me ji bo zarokan jî kargehên cuda li dar xist, xebatên ku piştgiriya pêşketina wan dikin û bûn sedem ku rojeke xweş derbas bikin hate meşandin.
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button