Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, piştî 7 salên girtîbûnê ji Girtîgeha Edîrneyê hat berdan. Mizrakli piştî berdanê di danên êvarê de hat Amedê, li balafirgehê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, piştî 7 salên girtîbûnê ji Girtîgeha Edîrneyê hat berdan. Mizrakli piştî berdanê di danên êvarê de hat Amedê, li balafirgehê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, hevserokên bajar û navçeyan ên Partiya DEMê û DBPê, parlementer, saziyên civakî yên sivîl, nûnerên odeyên pîşeyî û gelek welatî cih girtin.
Mizrakli ku bi çepikan hat pêşwazîkirin, di axaftina xwe de peyamên azadî û aşitiyê da.