TR | KU
A- A+

Li Navenda Ciwanan a Rezanê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

11 ئایار 2026

Navenda  Ciwanan a Rezan ku girêdayî Gerînendetiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ye, hem 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir  hem jî ji bo xwendekarên xwe şahiya dawiya demsalê lidarxist.

Navenda  Ciwanan a Rezan ku girêdayî Gerînendetiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ye, hem 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir  hem jî ji bo xwendekarên xwe şahiya dawiya demsalê lidarxist. Hevşaredarên Leyla Ayaz, û Siraç Çelîk, endamên  Meclisê, gerînendeyên yekeyan, xwendekarên kursan û malbatên wan beşdarî pîrozbahiyan bûn. Pêşî, xwendekarên ku beşdarî kursên zimanê Kurdî bûn derketin ser dikê, helbest xwendin û stran bi zimanê xwe yê zikmakî gotin. Piştre sertîfîkayên xwe wergirtin.
Hevşaredarên Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kirin û spasiya hemû xwendekar û malbatên wan kirin. Balê kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û destnîşan kirin ku dê xebat berdewam bikin.

Ji bo hemû xwendekarên li kursên navenda ciwanan, li baxçeyê şahiyeke rengîn a dawiya demsalê hat lidarxistin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button