
Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bağlarê ji bo ku park paqijtir û bikêrhatîtir bibin, hewlên xwe didomîne. Tîm li hemû parkan qutîyên çopê yên serbixwe datînin.
Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Baglarê li gorî daxwaz û pêdiviyên gel xebatên xwe didomîne. Li parkên ku di mehên havînê de ji hêla gel ve pir têne bikar anîn xebat didomin. Ekîban li Karanfil 1, Karanfil 2, Parka Yenihal Gençlik, Parka Alipınar û Parka Meydana Şêx Şamil qutîyên çopê yên serbixwe danîn. Di çarçoveya projeya berdewam de, dê li hemî parkan qutîyên çopê werin danîn. Ekîb ji bo vê armancê xebatên xwe didomînin.