TR | KU
A- A+

Festîvala Zarokan li Taxa Övündüler Hat Lidarxistin

02 حوزەیران 2025

Midûriyeta Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Baglarê di çarçoveya projeya festîvala mobîl a zarokan de li Taxa Övündüler (Erwali) bi zarokên Taxa Erwaliyê re civiya.

Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Bağlarê, di çarçoveya projeya festîvala mobîl a zarokan de, li taxên gundan ji bo zarokan festîvalan li dar dixe. Di çarçoveya vê projeyê de, zarokên li taxa Övündüler (Erwali) hatin cem hev û qadên werzîşê hatin avakirin. Li meydana gund dîwarê hilkişînê, bungee run, trampolîn, taxtên dartê û cûrbecûr qadên lîstikê hatin avakirin. Zarokan li her deverê ku dixwestin dilîstin û werzîşê dikirin.

Her wiha pirtûkek Lîstikên Kevneşopî yên Kurdî, Çîroka Ker Axa û ferhengek berîkê dan zarokan.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button