TR | KU
A- A+

LI OĞLAKLIYÊ HEVDÎTINA DÎROKÎ : GOTIN JÎ BIRYAR JÎ YA GELÊ OĞLAKLIYÊ YE

24 نیسان 2026

Em bi Modela Rezan ya Budceya Beşdar a ku Şaredariya me ya Rezanê (Bağlar) bi dirûşma “Bajarê te, budceya te, biryara te” li Oğlaklıyê ne. Ev model di demokrasiya herêmî de wek mînakekê resen cih digre. Di yekemîn hevdîtina gel a Budceya Beşdar de, ku em ê ligel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve bibin, şahiyeke demokrasiyê pêk hat. Bi performansa Koma Muzîkê ya Mala Xincikê ya Şaredariya Rezan  coş û kelecana xelkê zêdetir bû.

Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Doğan Hatun, Cîgirên Hevşaredaran, endamên meclîsê, rêveberiyên DEM Partî û DBP’ê, nûnerên saziyên hevkar, rêveberiya Oğlaklıyê û bi sedan welatî beşdarî hevdîtinê bûn. Jinan pêşengiya vê hevdîtinê kir ku tê de coş qet kêm nebû. Hevşaredarên Şaredariya Rezikê Leyla Ayaz û Siraç Çelik destnîşan kirin ku ew ê li Oğlaklıyê, ku herêmeke piştî erdhejê ava bûye, hemû pirsgirêkan mil bi mil û bi hev re çareser bikin. 30 ê Nîsanê de gelê Oxlakliyê dê pirsgirêk û daxwazên xwe bîne ziman .

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button