TR | KU
A- A+

Li Oglakliyê Sindoq Hatin Danîn: Gel Ji Bo Pêşeroja Taxê Dengê Xwe Dide

11 ئایار 2026

 

Di çarçoveya xebatên Budçeya Beşdar de ku Şaredariya Rezan û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi gelê Oglakliyê re dimeşîne, sindoqên dengdanê li taxê hatine danîn.

Di pisûleya dengdanê de ku di hevdîtina gel de hate pêşniyar kirin û herî dawî di Hevdîtina Gotûbêjê de rewşa xwe ya dawî girtibû 14 daxwazan cih girt. Li taxê li 8 cihên cuda sindoqên dengdanê yên seyar hatin danîn. Sindoqa ku li qada bazarê hatibû danîn eleqeyek mezin dît. Welatî hatin ser sindoqê, projeya ku dixwestin têkeve meriyetê hilbijartin û pisûlayê avêtin sindoqê. Ji bo welatiyên ku nikarin werin ser sindoqê an jî di hêla bikaranîna dengdana dîjîtal de zehmetiyê dikişînin jî piştgirî tê dahin.   

Herwiha hemwelatî dikarin bi rêya "baglarbutce.com" û bi rêya kodên QR'yan dengê xwe bidin. Ji kodên QR'yê ku li têketina sîteyan û li kolanan hatine zeliqandin, her wiha ji kodên QR ku li ser broşûrên ku ji hêla tîmên me yên qadê ve têne belavkirin hene dikarin dengê xwe bidin. 

3 projeyên ku di encama dengdanê de herî zêde deng wergirtine dê 15ê Gulanê roja Înê saet 15:00an di hevdîtina gel de werin ragihandin. Ji bo her projeyekê dê Komîsyoneke Taxê were avakirin. Ev komîsyon dê ji plansaziyê bigire heta avakirinê bi tîmên şaredariyê re pêvajoyê bi hev re bimeşînin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button