TR | KU
A- A+

Li Oğlakliyê dengdayînê dest pê kir

10 ئایار 2026

Bi Modela Rezan a Budçeya Beşdar ku ji hêla Şaredariya Rezan û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Oglakliyê tê meşandin, gel biryara pêşeroja taxa xwe dide. Piştî civînan, pêvajoya dengdanê ya ji bo projeyên ku me li ser gotûbêj çê kiribû dest pê kir. 14 ji projeyên ku hatibûn gotûbêjkirin bi biryara gel di kaxeza dengdanê de cih girtin. 

Welatiyên ku li Oglakliyê dijîn îro bi rêya înternetê û koda QR'yê dest bi dengdanê kirin. Sindoqên fizîkî jî dê sibê werin danîn. Dengdan dê heta 15ê Gulanê berdewam bike.

Welatî dikarin bi rêya malpera "www.baglarbutce.com" û bi bikaranîna koda QR'yê jî dengên xwe bidin.
 
Meriv Çawa Dikare Bigihîje Kodên QR:

Kodên QR'yê li ser etîketên ku li têketina sîteyan û li kuçeyan hatine zeliqandin û li ser broşûrên ku ji hêla tîmên me yên qadê ve têne belavkirin têne dîtin. Hûn dikarin bi hêsanî bi têlefona xwe bidin xwendin û dengê xwe bixebitînin.

Sê projeyên ku herî zêde deng werdigirin dê roja Înê 15ê Gulanê saet 15:00an de di hevdîtina gel werin ragihandin. Ji bo her projeyekê dê Komîsyona Taxan were damezrandin. Ev komîsyon dê ji plansaziyê bigire heta avakirinê, bi tîmên şaredariyê re pêvajoyê hevpar bimeşînin.
 
Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button