TR | KU
A- A+

Li Habeşî 3 Projeyên ku Ji Hêla Gel Ve Hatin Hilbijartin Hatine Diyarkirin

15 ئایار 2026

Di çarçoveya Modela Baglarê ya Budçeya Beşdar de, ku ji hêla Şaredariya Rezan û Bajarê Mezinê  ve bi dirûşma "Bajarê Te, Budçeya Te, Biryara Te" tê birêvebirin, projeyên ku welatiyan li Taxa Habeşî bi sindoq û dengdana dîjîtal diyar kiribûn, hatin aşkerekirin. Piştî hevdîtinên ku çar hefteyan berdewam kirin, di dengdanê de hewza avjeniyê 1015 deng, pirtûkxaneyê 792 deng û navenda jiyana jinan jî 674 deng girtin. Di hevdîtina ku Hevserokên Rezan Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezîn Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî tê de amade bûn, yekem hilbijartina hewza avjeniyê ku zarokan piştgiriyeke mezin dabûyê, bû sedema kêfxweşiyeke mezin. Her wiha hat diyarkirin ku daxwazên derbarê binesazî, paqijî û hewcedariyên bingehîn de jî ji yekeyên peywendîdar re hatine şandin. Komîsyonên Taxan ên ku ji bo projeyên hilbijartî werin avakirin, dê pêvajoyên plankirin û pêkanînê tevî tîmên şaredariyê bi rê ve bibin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button