TR | KU
A- A+

JI BO TAXEKE DEMOKRATÎK HEVDÎTINA DUYEM:  GELÊ OĞLAKLÎ LI TAXA XWE XWEDÎ DERDIKEVÊ

30 نیسان 2026

Li Oglakliyê, hevdîtina duyemîn a gel di çarçoveya Modela Budçeya Beşdar a Rezan de ku şaredariya me bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin dimeşîne hat lidarxistin.

Li Oglakliyê, hevdîtina duyemîn a gel di çarçoveya Modela Budçeya Beşdar a Rezan de ku şaredariya me bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin dimeşîne hat lidarxistin. Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Alîkarên Hevşaredaran, endamên meclîsê û nûnerên hevpar jî beşdar bûn. Di hevdîtinê de pêwistiya taxeke demokratîk hat destnîşankirin û peyamên xurt hatin dayîn. Hemwelatiyan di kursiya serbest de pêdivî û daxwazên taxê rasterast anîn ziman. Jinan, tekez kirin ku qadeke jiyanê ne tenê bi avahiyan ve tê destnîşankirin û bal kişandin qadeke jiyanê ya mînak çawa be. Hevdîtina ku bi feraseteke demokratîk, wekhev, zelal û beşdar pêk hat, bû qada atmosfereke demokrasiya hêzdar.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button