TR | KU
A- A+

Ji Bo Navenda Têkoşîna Li Dijî Tiryakê Civîna Yekem Hate Lidarxistin

06 ئاب 2026

​Bi pêkanîna Butçeya Beşdar ku ji aliyê Şaredariya me ya Rezanê ve bi feraseta rêveberiya xwecihî ya demokratîk hatibû meşandin, xebatên ji bo pêkanîna projeyên ku ji aliyê gel ve hatine diyarkirin berdewam dikin.

 

​Di civînên Butçeya Beşdar de ku li Taxa Kaynartepeyê bi şiyara “Bajar a te ye, Butçe ya te ye, biryar a te ye” hatin çêkirin, pêvajoya avakirina Navenda Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ku di nav projeyên pêşîn ên welatiyan de ye berdewam dike.

 

​Lijneya Şêwirmendiyê ku ji bo meşandina xebatên plansaziyê yên navendê hatibû avakirin civîna xwe ya yekem pêk anî. Bi beşdariya Cîgirên Hevşaredaran Jiyan Aslan û Reşat Yûcel re, akademîsyen û nûnerên saziyên peywendîdar ku di Lijneya Şêwirmendiyê de cîh digirin tevlî civînê bûn.

 

​Di civînê de di derbarê binesaziya teknîkî ya navendê, modela karkirinê, xizmetên ku dê werin pêşkêşkirin û pêvajoya amadekariyê de nirxandinên berfireh hatin kirin. Di çarçoveya Butçeya Beşdar de, em ê hemû qonaxên projeya ku bi biryara hevpar a gel hatine diyarkirin, bi feraseta beşdar û kolektîf bixin meriyetê de û pêk bînin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button