TR | KU
A- A+

10  werzişvanên lîsans wergirtin 

17 ئازار 2026

10  werzişvanên ku beşdarî kursan bûn, ji pêvajoya hilbijartinê derbas bûn û lîsans wergirtin 

Navenda Ciwanan a Rezanê ya me bi rêya dersên ku di tevahiya salê de têne organîzekirin, ji bo zarok û ciwanan cîhek civakî peyda dike, di heman demê de piştgirî dide wan ku jêhatîyên xwe kifş bikin. Deh zarokên ku beşdarî dersên futbolê bûn tima futbolê ya Klûba Şaredariya Rezan hatin hilbijartin. Zarokên lîsanskirî dê perwerdehiya xwe li klûba werzîşê bidomînin. Li Navenda Ciwanan a Rezanê ji bo zarokên ku ji pêvajoya hilbijartinê derbas bûn merasîmek hate lidarxistin. Mamoste û malbat jî beşdarî merasîmê bûn. Em werzişvanên xwe pîroz dikin û ji wan re pêşerojek serkeftî dixwazin.
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button