
Navenda Pirarmancî ya Zarok û Malbatê ya Solînê, ku di bin Daîreya Jin û Malbatê ya Şaredariya Bağlarê de dixebite, ji bo hişyarkirina li ser şîdeta li ser jinan perwerde da.
Li navendê, ku li taxa Körhat a navçeya Bağlarê ye, ne tenê zarok, lê malbatên wan jî dikarin bigihîjin perwerdehiya ku ew hewce ne. Semînerek ji hêla psîkologa saziyê, Dilan Kanay Ükelge ve hate organîzekirin. Psîkolog Ükelge li ser gelek mijaran agahdarî da, di nav de "Şîdet çi ye?", "Jin çawa û li ku dikarin li dijî şîdetê piştgiriyê bistînin?", "Stargehên jinan?", "Girîngiya Peymana Stenbolê?", û "Mafên ku ji hêla Qanûna Hejmar 6284 ve hatine dayîn." Ükelge tekez kir ku newekheviya zayendî di bingeha şîdetê de ye û agahdariyên girîng da, ku şîdeta aborî, psîkolojîk, laşî û cinsî pênase dike.
Ükelge, daneyên ku ji hêla Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve par hatine weşandin parve kir û diyar kir ku ji sedî 35ê jinan li çaraliyê cîhanê di qonaxek jiyana xwe de ji hêla hevjînên xwe ve rastî şîdeta fizîkî û/an cinsî hatine.
Ükelge, piştî semînerê tekez kir ku jin divê bêtir agahdar bin, bi taybetî li ser şîdeta cinsî, û pirsên jinan bersivandin. Jinan ezmûn û daxwazên xwe parve kirin û agahî dan hev.