Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê, bi armanca ku veguhastinê bi ewletir û hêsantir bike, daxwaz û hewcedariyên gel bi awayekî lez û çalak pêk bîne, xebatên xwe yên parastin û çêkirina riyan didomîne. Bi taybetî çalên ku ewlehiya maşîne û peyayan bi awayekî neyînî xira dikin, bi xebata tîmên me yek bi yek tên girtin.
Tîmên me di çarçoveya bernameya diyarkirî de xetereyên ku li kolan û cadetan hatine tespîtkirin ji holê radikin û xebatên çêkirin û sererastkirina asfaltê bênavber didomînin. Bi xebatên ku tên kirinê, hem ewlehiya ajotinê tê xurtkirin, hem jî rê hîn bêtir bikaranîner dibin.
Di vê çarçoveyê de, li Taxa Baxcîlarê li Kolana 1250'an xebatên çêkirina asfaltê tên meşandin.
Xebatên me di çarçoveya plansaziyan, daxwaz û hewcedariyên gel de, li her derê navçeya me dê berdewam bikin.