TR | KU
A- A+

Li Parka Ciwanan Kamelya û Cihên Rûniştinê Ji Bo Bikaranînê Amade Ne

09 ئەیلوول 2026

Rêveberiya me ya Park û Baxçeyan, xebatên lênêrîn, çêkirin û nûkirinê yên li parkan berdewam dike. Tîmên me di Parka Ciwanan a Hala Nû de ji bo kamelya û bankên rûniştinê xebateke berfireh a lênêrîn û çêkirinê pêk anîn.

​Rêveberiya me ya Park û Baxçeyan, xebatên lênêrîn, çêkirin û nûkirinê yên li parkan berdewam dike. Tîmên me di Parka Ciwanan a Hala Nû de ji bo kamelya û bankên rûniştinê xebateke berfireh a lênêrîn û çêkirinê pêk anîn.

​Di encama kontrolên ku ji aliyê tîmên me yên teknîkî ve hatin kirin de parçeyên kêm, şikestî û xisardîtî hatin tespîtkirin û çêkirina wan û guherînên pêwîst hatin kirin. Yên ku di rewşa nekêrhatî de bûn hatin nûkirin. Qadên rûniştinê, bi boyaxkirinê jî ji bo bikaranînê hatin amadekirin.

​Bi vî awayî hem ewlehiya bikaranînê hat zêdekirin hem jî birêkûpêkirina jîngehê bi aheng lihevhatî bû, dîmenekî paqijtir û estetîktir derket holê.

​Şaredariya me dê xebatên lênêrîn, çêkirin û nûkirinê yên ku di park û qadên me yên hêşîn de pêwîstî pê heye bi rêkûpêk berdewam bike.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button