TR | KU
A- A+

Komxebata 2yemîn li ser Pêşeroja Rezana Kevin: Divê Hemû Sazî Berpirsiyariya Çareseriyê Bigirin Ser Xwe

05 نیسان 2026

Komxebata duyemîn li ser pêşeroja Rezana Kevin ku bi hevkariya Şaredariya Rezan, GABB, Lijneya Koordînasyona Parêzgeha TMMOB Amed, Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Baroya Amed hate lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed bi sernavê "Bi tecrûbeyên cihkî nexşeya rê ya veguherînê”  dest pê kir. Hevşaredarê me Siraç Çelik, Cîgirên Hevşaredar Jiyan Aslan û Reşat Yücel, endamên meclîsê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî beşdarî komxebatê bûn. Hevserokê me Çelîk diyar kir ku wek şaredarî, wan berpirsiyariya xwe ya bidawîkirina êşa ku xelkê Rezanê dijî girtiye ser xwe.

 

Piştî vê yekê, Mahsun Çiya Korkmaz, Sekreterê Giştî yê Lijneya Koordînasyona Parêzgeha TMMOB Amed, axaftinek kir. Di beşa yekem a komxebatê de, pêşkêşiyên ji hêla Plansazvanê Bajêr Özcan Biçer, İlker Çelebi, û Onur Soyutürk ve hatin kirin. 

 

Beşa duyem bi pêşniyar û nîqaşan berdewam dike.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button