Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz li gel Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li kolanên Goçmenler û Kardeşlikê bi esnaf û welatiyan re hatin cem hev.
Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun, endamên meclîsê û nûnerên Rêxistina Navçeya Rezanê ya Partiya DEMê serdaneke berfireh li dikandarên herêmê pêk anîn. Karsaziyên li Kolana Göçmenler û Kolana Kardeşlikê yek bi yek hatin ziyaretkirin. Hevşaredar bi dikandar û welatiyan re hatin cem hev û rasterast guh dan daxwaz, pêşniyar û hêviyên wan.
Esnaf û welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Esnaf û welatiyan, ku di dema serdanan de bi eleqeyek mezin hevserok pêşwazî kirin, pêdiviyên sereke yên herêmê anîn ziman. Mijarên sereke yên ku di nîqaşan de hatin raberkirin ev bûn: xebatên rê û asfaltkirinê, binesazî, avahiyên terikandî, kontrolkirina kêzikan, daristançêkirin, peyzajkirin, xizmetên paqijiyê li bazarên herêmî, têkoşîna li dijî îstismara madeyên hişber, bêkarî û xurtkirina xizmetên giştî.
Hevserokan her daxwazek tomar kirin û diyar kirin ku ew ê wan bi hevrêziya bi daîreyên têkildar re binirxînin.