Tîma me ya Futbolê ya Bağlar Belediyespor, ku Koma A ya Lîga Super Amator bê têkçûn wekî pêşeng bi dawî kir, maça xwe ya yekem di Lîga Play-Off de lîst.
Tîma me ya Futbolê ya Bağlar Belediyespor, ku Koma A ya Lîga Super Amator bê têkçûn wekî pêşeng bi dawî kir, maça xwe ya yekem di Lîga Play-Off de lîst. Hevseroka me Leyla Ayaz û Cîgirê Hevseroka me Suat Özdemir di maça yekem de tîma me bi tenê nehiştin. Hevseroka me beriya maçê bi lîstikvan û karmendên teknîkî re civiya û ji wan re serkeftin xwest. Tîma me ya Futbolê ya A, ku li Kompleksa Sporê ya Beyaz Tebeşir bi Diyarbakır İdman Yurdu Sporê re rû bi rû ma, ji maçê 1-0 serketî derket.