TR | KU
A- A+

Serdanên 'Budceya Beşdar' ên Hevserokan berdewam dikin

16 حوزەیران 2025

Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik di çarçoveya budçeya beşdar de civînên xwe yên bi hilbijêrên bajêr re didomînin.

Hevşaredarên Şaredariya Bağlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik di çarçoveya "Modela Budçeya Beşdar a Bağlarê" de serdanên xwe didomînin. Hevşaredaran serdana Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB, Komeleya Akademiya Jinan a Dîyarbekirê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kirin. Di serdanan de, li ser armanc û xebitandina modela budçeya beşdar agahî dan wan.

Li gorî modela ku bi slogana "Bajarê Te, Budceya Te, Biryara Te" hatiye bicîhanîn, gel dê bikaribe rasterast beşdarî pêvajoyên biryardanê bibe, ji destnîşankirina pêdiviyan bigire heya bikaranîna çavkaniyan. Ev model, ku dengek dide her beşek civakê, têgeha rêveberiya herêmî ya demokratîk xurt dike.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button