
Navenda Ciwanan a Rezanê ji bo zarokên ku beşdarî qursên futbolê dibin turnuvayek li dar xist. Hevserok Leyla Ayaz û Siraç Çelik jî turnuvayê temaşe kirin, ku 80 zarok beşdar bûn.
Rêveberiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Baglarê ji bo zarokên ku beşdarî qursên futbolê dibin turnuvayek li dar xist. Hevserok Leyla Ayaz û Siraç Çelik jî beşdarî turnuvayê bûn ku li qada Navenda Ciwanan a Rezanê hate lidarxistin.
Heştê zarokên di navbera 8-14 salî de di çar koman de pêşbirk kirin û hemû beşdaran cilên fermî wergirtin. Madalya û diyariyên werzîşî yên cûrbecûr pêşkêşî tîma şampiyon kirin.
Endamên meclîsa şaredariyê jî di turnuvayê de piştgirî dan zarokan.